Zeynep Öz - TAZİYE TAZİYE Değerli Canlar, Değerli Dostlar, Sevgili annemiz Zeynep Öz ün hakka yürümesinden dolayı taziye ziyaretinde bulunmak isteyen Canlarımız ile bir araya geleceğiz....
HATUN ASLAN HATUN ASLAN Köymüzün emektarı XANE ASLAN, 90 yıl sonra bize elveda dedi. Kendisine Devri Daim, Ailesine ve tüm Köylülerimize başsağlığı diliyoruz. Kurmeş Derneği...
DERNEK YK TOPLANTISI 2024 Kurmeş Derneği Yönetim Kurulu Toplantısı Yapıldı. 17.02.2024 tarihinde Almanya'nın Remschingen kentinde derneğimizin yönetim kurulu toplantısı gerçekleşmiştir....
Kurmeş Bülteni 2024 KURMEŞ BÜLTENİ 2024 Değerli Üyeler!Değerli Köylülerimiz!Kıymetli Dostlar! Yeni bir yıla giriyoruz. Herşeyden önce, yeni yılda, size, ailenize sağlık ve huzur, iş...
23 NÎSAN- İSMET BANGUŞ
Sibeh dîsa Cejna Zarokan ê Navnetewîye.Gava qala vî roja dibe,zarokatîya min/me tê bîra min.Me du, sê rojan berî pîrozkirina vî roj, amadekarîya berhevkirina guliîkan,ji ber ku dibistan vare xemilandin, li nav zevî û derdora nehalan çîçek,heşînî berhevdikirin.Dîsa ji bo taybentmendîye roje Helbestên ku li ser wateya 23 Nîsane dihat jiberkirin.
Car caran Helbestên mîna : „Bugün 23 Nisan,neşeyle doluyor insan! “ ji alîye me zarokan dedihat xwendin,bi rewşekî cidî,nîvşermok,dewê me de dengekî bi hêybet,di çavê me de hêsir dihat der,gora wateya Helbest destên me vira ve ê va diçerixandin.
Di dûra li ser wateya vî roj ji alîye mamoste û rayedaran daxûnayî dihat dayîn.
Tirkîye li cîhane welatekî tenêye ku va roja kirîye roja Serverîya Netew û Cejna Zarokan .
Ji ber vê yeke her sal Zaroken cîhan ên cûr be cûr tên dawetkirin,bi hevre li Meclîsa Mezin a Gel vê roj pîroz dikin.Lê va helwestekî erênî,ji bo paşeroj gavavêtinekî mînakdare.
Gelo xadanderketin ê zarokan li 23 Nîsan de ku asta herî bilind de, li roja 24 Nîsan û şuva çawa ye?
Pîvana lê xadanderketin, hewce gora pîvana gerdûnî bê hesibandin.
Di destpêke de Xadanperwerdebûn ê zarokan ne mîna hev e.Ji ber aborîya xirab û xizanî li sedî heftê zarok di nav mercên giran de diçin dibistanan.Ev ne di nav mercên yekhevî de perwerde dibin.
Ji ber pêvçûnî û şer ê bêwate de,bi hezaran zarok bê bav û dê sêwî man.Tenê li Dîyarbekire gora rapora „Göçder’ e“ nêz 28.000 zaroken bêkes hene.Piranîya van giredayîye made,kişandine tiştên ku tendrustîya van xera dike.
Li metropolên Tirkîye ên din rewş dîsa eynîye.
Di nav civat de ev mîna diz,kujer,qapqaçtî,bêîman, ev mîna „ên din…“ tên bi navkirin.
Disa li Tirkîye zarok di bin mercên giran de tên şixulandin.Bê sîgorte û bêqeyît.
Li îstenbol û bajarên mezin ev bi zore tên parsekîkirin,dibin avfiroş,mendîlfiroş, ev ketine dest mafîa disa bi zordestî pê kaxizên kevn,hesin,laylon tên berhevkirin.
Ji ber ku li mêşan kevir avêtine,ev li girtîgêhen mezinan, di mercên ku ên mezîn qehra van nakişinîn tên bi cîh kirin.Hêzen ewlekarîye ku bi zanistî mirov ên girtî di qereqolan de kuştine nên darizandin,lê zaroken kevir avêtine bi salan ten cezakirin.Ev zaroken ku li Filîstine kevir davêjin dibin Intîfada û qehreman,li cem me mîna terorîst tên bi navkirin.Di dîmenên zindî li TV àn bask û pîl tên şikandin.
Li ser bejna zaroken 12 salî 12 gule tê barandin.Ên sucdar dîsa tên parastin,nên darizandin.Ez dibêjim: