Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

FESTîVALA îSAL LI KURMEŞ-İSMET BANKUŞ

îsal dê dîsa li gunde me kurmeş cara şesemîn ji bo du rojan(3.û,4.Tebax2012) Festîvalek çê bibe.Li ser xêre be!

"Festîval" bi xwe koka ji zimana Frensî tê wateya  "li darxistina Cejn".Yanê  ev Festîval/Cejn  li ser navekî ku boneya xwe di nav xwe de diparêze te pîrozkirin.

Ev di nav komek,komelek,netew,gel û gundan de jî  ji bo ku ji alîye muzîk,çand,kevneşopî, yan jî berhem(Ürün) ên xwe binasînin te li darxistin.Nûmûne: Festîvala Caz,Festîvala Muzîk,

Festîvala Zebeş(qerpuz),Festîvala Fîlm uwd...

Lê Festîvala me ku îsal bi cîh bibe de kane kîjan xal bibe de her tiştek di nav xwe de diparêze?(...)

Gor min ez dixwazim vî Festîvala mîna hevdîtina Kurmeş û cîranen van bi nav bikim. Bilî va me dikar  va Pîrozkirina Cejn ,qazîkirin(adama) ji bo Bendav ên ku li Dêrsim e hatî/tên çekirin jî bikaranîn.

Ji ber ku Dîroka me,hebûn û paşeroja me te xastin ku tune bikin,di bin ave de bihîlin!

Eger em, (ev ne jî derenge) tiştekî vîsa bi rûmet bi cîh bînin wateya vî Festîval de pir hêja be!

Ev pêşnîyaza min a li Rêveberîya komel,Pêywîrdar(görevli) ên amedekarî ji bo Festîvale girtine ser pîl e xwe deye.

Ez bawerim me ji Festivala dawî pir ders derxistin.Mîna te zanîn ji alîya teknikî û plankirina Bername,dirêjîya (3 roj )çalakî,parvekirina xebat de pirsgirêk derketin.Di nav komîte amadekarîye de ka kî çiqes berpirsdare? de  navsarî çe bû.Bilî van hinek tişten din ji hat bi lev kirin ku ez naxwazim li vir bînim ziman ji ber ku atmosfer û germahîya vî festîval  nê sabotekirin.Bi kurtayî xastina min eve ku Berpirsdarî û Pêywîrdar ên(sorumlu ve görevliler)komîte di demekî kin de vare zelalkirin ku pirsgirêk dernekevin!

Li alîye din  sala dawî hinek gundîyen me hinek Berhem ên xwe (mînak Penîr)firotin.Ev rihekî  erênî,lê tiştekî ku di nav xezayî ye xwe de ye.Dil ê me dixwast ku gundîyen me her amûr ên xwe,Berhem ên xwe binasandin-bifrotin.Ev hewce, van gundîyen me ked ê xwe,hebek alîkarî jî,çi madî û çi manevî ji bo Festîvale bi kar bînin.

Ez bawerim çiqes kêmasîye me hebin jî va festivala ê bi coşekî mezin derbas be.Li kêmasîyan de em ê ceribandin,tecrûbeyan qezenc bikin.Ji nihe de serkeftin ji bo amedekar û beştarwanan de. Bimînin di xaşî ye de.........