Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Tirsa Dilê Min

Tirsa Dilê Min


1027643800Sername nivîsa mina niha weki ku hun ji dibinin anji dixûnîn,"Tirsa Dilê Min"e..Ew çima werbu? Çi gereke ku dilê min bitirs bi? Ê ji çi bitirse? Bersiva wan pirsan ne bihêsayine, Ji ber ku ew pirs pir hêsayi ten gudahr û hember çaven mîrov.


Ez bi roja iro 27 sal bunku hatima welatê Elêmeni yê ku  jiyana min ji, li wir pir xweş derbas nabi, ji alîyek biraye min hevalê min û cih û warê bav û qale min ji min widûrketîne ez wan bîrya dikim ji aliya dini ji li welat şer berdewam dike û her roj civanek dimîri şêhid dibi her roj dayîkek zarokekê xwe winda dike dibe gorîstane bi hesr û giri dil birin dibi, gundubajar terkdike, ez ji bo wan buyêre nexwaş xemgin dibim û dihêşim.  Ew derd û kulê welate Kurdistan bi sed salan zedetîri û hersal bisal dide ser û herwiha berdewam dike hevi dikim ku di demeki nezîkra pirsgirike Kurd ji ê çareser bibe û netewiye Kurd ji weki miletê dini li welatê xwe bi serbilîndi bi aramî û ewlekarî ê bijîn.


Niha dayika mina delal nivana mala meyê, lı ser palgeh runiştiye û bîrewerîya berî dipêyîvine. Li ser jiyana xwe û rewşa xwe dipêyîvine û  paşejı dibe ku; Eger miletêk ku li nîrxên xwe xwedî dernekevi, nikari li ser pîyan bisekinin û bijîn, em  ji bere da zanin ku çand, ziman,dîrok,kevneşopî,cil û berg, kilam û sitran, cem û niyaz, çirok wana hemu nirxê me bun, eme bi tevayî li wana xwedî derkêvin ku heta dawi em li wi dunê eslê xwe berdewam bikin. Ez wi gava dibinim ku herkes bi derdê peran û xemna zengîniye ketiye kes  kesi nade ehemiyete kes  paraztîna cand û kevneşopîyen xwe nake.  Halbu ku nirx û berxê me wekî miletê me pakin, weki xorte me bedew û kizen me şirinin delalin.


Zemanekê kinc u cile me pir rengîn bun. Her rengêk di nav kincanda weki birusk weki sterk geş dibu, di nav wan rengênda caran dijminatî û fesatî tune bu, dilsafî û dilxweşî hebu,hevalti û evîni hebu. Di nav wan rewşên zordari disaji em zindî bun bi kef bun bi hevî bun bi cirantî bun.


Bele ew nivîse mine bi kurtayi li wir xwelas dibe û dibem ku her kurdê niştimanperwer netewperwer û malbat li nirxê xwe bila xwedî derkêvin, hun dikarin zengîn bibin ema nikarin xwedena welatek xwedena kevneşopen safi û xweşî bibin, li kijan welati dijîn bijîn bi sembola insanetî û çand û cudatirna xwe hebuna xwe jiyana xwe berdewam bikin. Tirsa dilê min ewe ku  em ji welatperweriya xwe her roj widûr dikevîn û jibîr dikin..Ka ki iro bi zimane xweye? Ki iro bi kincen rengîn u nirxên kurdiyê?  Bila her Kurdek iro carek bifkire neynîke û xwe bişopine..Beri herkesi ye Dersime...


Ali Haydar Gürbüz..