Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Ji Çemîgezekê ta Los Angelesê Çîroka Reva Keçeke Ermenî

Aurora Mardiganyan di dema Qirkirina Ermeniyan a sala 1915 de hîna keçikek biçûk a 14 salî bû. Pêşî malbata wê li ber çavên wê hatin kuştin. Piştî wê li bazarek a koleyan ew firotin axayekî. Keçika biçûk ji vir reviya, piştî çû cihê herî zêde ji bo ermeniyan bi ewle, ango xeta rûsan. Ev yekê salek a wê girt. Mardiganyan piştî ku gihişt Emerîkayê jiyana wê bû film. Di tevahiya jiyana xwe de got ku ew bi xêra kurdên Dêrsimê rizgar bûye û dijî. 

Mardiganyan keça malbateke dewlemend bû û li navçeya Çemîzgezek a ku wê demê girêdayî wilayeta Mameret-ul-Azîzê bû ji dayîk bûye. Pêşî malbata xwe wenda kir. Piştre jî weke koleyekê ew firotin axayekî. Ji Mardiganyan a biçûk tu hêvî tune bûn. Heta ku demek derengiya şevê kaleke ermenî hat û gazî wê kir…
Mehên payîza sala 1916’ê bûn. Dema ew di bodrûma xaniyê de hatibû kilîdkirin, ji kûleka xaniyê ve dengek nas ê ji Çemîşgezekê hat. Ev dengê fîtikek a ku şivanên ermenî lê dixistin bû. Bi heman awayî wê jî bersiv da. Şeva paşê dîsa heman degn bihîst. Lê vê carê nêzîktir bû. Wê jî dîsa bersiv da. Lê êdî wî dengî nebihîst. Şeva siyemîn Vartapedê kal hate ber pencereyê. Kalo got ; “Bikûka min li bendê be, ez ê te ji vir rizgar bikim” û çîrokek balkêş a revînê dest pê kir…
Hesinên pencereyê pir kevin bûn. Kalo bi hesinekê şibakên penceryê çemand û Mardiganyanê ji hindûr derxist. Şîveriyekê nîşanî keçika biçûk da. Ev rê diçû mala kurdekî ku Vartaped baş nas dikir. Li gorî vegotinên Mardiganyanê ew malbata kurd koçer bûn û dostek baş ên Vartaped. Malbatê demek dirêj Mardiganyan veşart.
Xebera ne bi xêrê zû gihişt Mardiganyanê. Ehmed Axa bi lêdanê Vartapedê kal kuştibû. Zabite jî li her derê li wê digeriyan. Mardiganyanê qabek ji bo avê û perdeyek ji bo bi xwe de bide hilda û ket ser rêya erdnîgariya weke ji bo ermeniyan rêya rizgariykê bû.
Mardiganyan piştre di pirûka nivîsandî de wiha qala Dêrsimê dike; “Li piştî wan çiyayên bedew Dêrsima bedew hebû. Li her aliyên wê geliyên şîn, çiyayên bilind, û gir hebûn. Kes nikare li ser van riyan bijîn. Lê kurdên Dêrsim di gundên biçûk de an jî weke koçer dijiyan. Li her aliyên Dêrsimê tirk hebûn. Demekê ermenî jî li bajarên derdorê hebûn û bi tirkan re dijiyan. Lê niha ermenî çûne, tenê tirk lê mane…”
Mardiganyan diyar kir ku sedemê mana wê ya li jiyanê ew e ku daxwaza kuştinê din ava kurdên Dêrsimê de li gorî eşîretên din ên li başûr kêmtir bû.
Mardiganyana 16 salî tam salekê li Dêrsimê ma. Carna xwe vedişart, carna jî li cem gundiyan dima û her tim dixebitî an jî dimeşiya… Gundiyan wê li gel xwe didan xebitandin û xwarinê didane wê. 
Lê dîtina yekem a Mardiganyan û kurdên Dêrsimê ne xweş bû. Tenê bîranînek a wê ya xweş a ji bo Dêrsimê hebû, ew jî nekuştina wê bû. Komek koçber keçika ciwan dibînin û wê di hindurê şkeftekê de kilîd dikin. Piştî wê rojê, kesek ku wana jêre digot axa hat û Mardiganyanê dît û ew bir cem xwe û da xebitandin. Li vir tenê karî çend hefteyan li ber xwe bide, piştre dîsa ket ser riyan. Mardiganyanê cihê rûsan ê li Erziromê dizanî. Hemû armanca wê ew bû ku biçe wir.
Dema gihişt ber çemê Avareşê, karwanek qelebalix a tirkan dît. Karwanê ku ji rojhilat dihat, bi tiştên ku di destê wan de bûn ve direviyan rojava. Roja din jî bi dengê karwanan hişyar bû. Vê carê jimara wan zêdetir bûn û lezgîntir bûn. Mardiganyan gava van dît, zanî ku rûs li nêzîkê wê ne. Û berê xwe da aliyê ku tirk jê dihatin.
Gava gihişt Erziromê, şerê rûs û Osmaniyan berdewam dikir. Mardiganyan ala Emerîkayê ku berê li Xarpûtê dîtibû, li ser banê avahiyekê dît. Baz da û çû wê avahiyê. Beriya her kesê baloyzê Merîkayê yê Tîflîsê Dr McCallum bû. Li gel McCallum keçên ermenî yên ku weke kole hatibû firotin û ew jî çûbû wan kirîbû, hebûn. Mardiganyan jî ligel van keçikan pêşî çû Tiflisê, piştre çûn Oslo û piştre jî çûn Emerîkayê.
Li New Yorkê senarîstê ciwan Harvey Gates, Aurora Mardiganyanê dibîne û ji çîroka wê bandor dibe. Gates di sala 1918 de pirtûka bi navç “Aurora Mardiganyan:Keça Xrîstiyan a di nava Komkujiyên Mezin de Dijî” weşand û hişt ku çîroka wê di sala 1919 derbasî perdeya spî bibe. Ev çîrok li Londona Îngilîstanê bi navê “Muzaydeya Giyanan” û li New Yorkê jî bi navê “Ermenîstana Hatî Gaspkirin” derket pêşberê temaşevanan. Mardigayan weke Jeanne d'Arc a Ermenîstanê hate dananîn û yek ji sembolên Qirkirinê Ermeniyan.
Mardiganyan di salên 1920’yî de zewicî û di 6’ê sibata 1994 jiyana xwe ji dest da. Çîroka wê ya ji Çemîşgezekê dest pê kir û heta Loz Angelesê berdewam kir, weke çîrokek balkêş a Qirkirina Ermeniyan di bîr û hişê mirovan de ma.
ANF